Karbidestên Tirk dibêjin ji roja yekşemê ku bi buseyekê serhildayan 12 serbazên Tirk li nêzî sînorî kuştin û heta niha leşker bingehên serhildayên Kurd topbaran dike.
Karbidest dibêjin şeva sêşemê leşker li hawîrdorê sînor cihên ku guman hebu bingehên serhildayan lê bin topbaran kirine. Ajansa peyamên Tirkîye ya fermî dibêje çarşema îro firrokeyên şerrî li ser sînorê Tirkîye û Iraqê bingehên serhildayan bombebaran kirine.
Karbidest dibêjin topbaran kirin wek tolhildana li hember buseya roja yekşemê ya li başûra rojhilata Tirkîye hatîye kirin û ne beşek e ji kiryara mezin ya derbazbûna nav xakê Iraqê.
Çarşema îro leşkerê Tirkîye û rêberên sîyasî li Ankara kombûna Konseya Tenahîyê ya Netewî kir da ku li ser pêngavên din yên li dijî serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê yan PKKê bi peyivin.
Ji alîyekî din ve Serokê Iraqê Celal Talabanî raportên Tirkî înkar kirin ku dibêjin wî ji Tirkîye re gotîye ew dê rêberên serhildayan bidine destê Tirkîye. Wî di daxuyanîyekê de îro got rêberên PKKê tevî şervanên xwe li bakûra Iraqê di nav çîyayan de dijîn û jiber wê jî derfet nîne ku ew bi dest xin û bidin dest.
Berî vê, karbidestên Tirk gotibûn rêzdar Talabanî di axaftina roja sêşemê de ji Wezîrê Derveyê Tirkîye Alî Babacan re gotîye dibe ku Bexda razî bibe serhildayên Kurdên ku li bakûra Iraqê xwe vedişêrin bide dest.
Çaverê tê kirin ku roja pêncşemê ji Iraqê desteyeke pille bilind here Ankara da ku bi karbidestên Tirk re danûstendinê bike. Babacan dibêje ew hîvîya pêşnîyarên qewî dike ji wê desteyê bo çareserkirina kêşeya li ser sînorî.
Li Washington peyivdara Qesra Sipî Dana Perino huşdarîyê da li dijî zêdebûna nexweşîya navbera Iraq û Tirkîyê. Wê ji herdu alîyan xwest ku xwe bigrin û got hem Tirk û hem jî Iraqî hevbîr in ku neyar PKK ye.
Yekîtîya Ewropî jî herwisa îro ji Ankara xwest ku jibo kiryarên leşkerî yên dijî serhildayan nekeve nav xakê Iraqê.
Tirkîye hêzên xwe li ser sînorê Iraqê kom kirîye û nêzî 10 hezar serbazan dişîne.
PKK ji sala 1984 heta niha şerr dike bo otonomîya Kurdistanê li başûra rojhilata Tirkîye. Di vî şerrî de zêdeyî 30 hezar kes hatine kuştin.