Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li California agir bi 165 hezar hektarî ket


Ji seranserê rojava Welatên Yekgirtî agirkuj berdewam in li bizava kontrol kirina agirê mezin yê ku li başûra California derketîye. Karbidestên av û hewayê dibêjin bayê bi şid yê ku bi navê Santa Ana tê nasîn wê îro kêmtir bibe û rê bide agirkujan ku karibin agir vemirînin.

Nêzî hezar û pêncsed avahî bi vî agirî şewitîne û zêdeyî 500 hezar kes jî jiber agir ji malên xwe derketine.

Bayê germ û zuwa agir yegcar belav dike û jiber vî agirî ji Los Angelesa li bakûr heta sînorê Meksîka li başûrê San Diego zêdeyî 165 hezar hektar erd şewitîye.

Fermandarê California Arnold Schwarzenegger dibêje ew di xema bi kêmî 68 hezar xanîyên din de ne. Wîlayet û agirkujên xwecihî ji hikumeta federalî alîkarîyê werdigirin wek agirkuj, helîkopter û firrokeyên tijî ava vemirandinê.

Serok Bush belgeyekê mor kir ku têde "karesateke mezin" tê ragihandin û bi vî awayî xelkê heft deverên ku xanîyên wan bi vî agirî şewitîne dikarin ji butceya federalî pare wergirin. Serokî soz daye ku wê hikumeta federalî alîkarîya wîlayetê bike.

Wisa çaverê tê kirin ku rêzdar Bush roja pêncşemê here herêmê.

XS
SM
MD
LG