Amerîka toleyêt nû li ser leşkerê Îranî danan û sê banqêt dewletê û pitir ji 20 kesan xetabar diket bi piştevanîya kiryarêt terorîst li Rojhilata Naverast.
Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice û Wezîrê Xezînê Henry Paulson evro li Washington ew biryar ragihand û dibêjin Hêzêt Pazdarêt Îranî çekêt wêrankarîya giştî belav diken û Hêzêt El Quds piştevanîya terorîzmê diken.
Li dû van tola rêkê nadene çi hevwelatîyêt Amerîkî an rêxistîyên ne hikumetî ku çi têkelîyêt diravî digel dezgehêt Îranî biken anjî digel wan kesêt navên wan hatine dîyar kirin.
Xanim Rice got Amerîka pêgirtin bi çareyeka dîplomasî heye digel Îranê lê huşdarîyê didet ku Amerîka dê kiryarekê digel komela navnetewî bihevra ket heke Îran her li ser vê dewsa bersîng girtinê biçît.