Breaking News

Soner Cagaptay: Turk û Kurd hevalbendên xwezayîne

Rêveberê Programa Lêvekolîna Turkî li Institoya Washington bu Rêbaza Rojhelata Nizîk, Soner Cagaptay, dibêjit Kurdên Iraqî alîyê çareserîyê ne li kêşeya nêvbera Turkîye û PKK jiber ku berî nuke Kurdên Iraqê harîkarîya Turkîyê kirye li şerê dijî Partîya Karkerên Kurdistanê.

Di hevpeyvînekê da digel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, birêz Soner got eger Kurdên Iraqê roleka çalak nebînin, çi rêkên bilez yên çareserkirna vê kêşê nîne û got hevkarîya nêvbera Ankere, Washington û Kurdên Iraqê “rêka derçûnê ye li vê berbestê.”

Birêz Soner dibêjit şîyan heye têkelîya Turkîye-Kurdên Iraqê baş bibît jiber ku Turk û Kurd hevalbendên xwezayîne, herdu alîgirê rojavane, sîstema hukumranîya herdu alîyan sêkyolare û li mesela hêz û tihnê herdu alîyan berjewendêyên wekhev hene.

Bu bihîstina tevava hevpeyvînê, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG