Serheldayên Partîya Karkerên Kurdistanê, PKK, heşt serbazên Turk li Kurdistana Iraqê berdan.
Ew serbaz, ku berî du heftîyan li nav Turkîye hatibun girtin, bi firokê li firokexana Hewlêrê birev Turkîye hatin firêkirin, paşî bi firokeka Turkî ew gehiştine bajêrê Diyarbekirê, li başora rojhelata Turkîye.
Serheldayên PKK, serbazên Turk dane dest karbidestên Herêma Kurdistana Iraqê.
Karbidestên Kurd alîkarî kirye bu azadkirna serbazên Turk. Karbidestên Kurd dibêjin rewşa saxlemîya wan serbaza baş bu û bi başî mamele gel wan hatibu kirn.
Bu pêzanînên zêdetir, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike.