Serok wezîrê hukumeta Herêma Kurdistanê di gotarekê da li rojnama Washington Post basê helwêsta Kurdên Iraqî biramberî kêşa nêvbera Turkîye û Partîya Karkerên Kurdistanê diket.
Birêz Barzanî pêşnîyara encamdana danûstandinên çar alî diket, nêvbera Amerîka, Herêma Kurdistanê, Iraq û Turkîye, bu çareser kirna kêşa PKK bi rêkên diplomasî.
Serok wezîrê Herêma Kurdistanê herwesa dibêjit ku ev kêşe, kêşeka nêvneteweyî ye û çi alîyek bitinê neşêt çareser biket.
Bu bihîstina gotara serok wezîrê Herêma Kurdistanê li Washington Post bi dirêjî, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike.