Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîkî azad kirina neh hevwelatîyên Îranê li Iraqê ragihand


<!-- IMAGE -->

Di beyannamekê de evro eynî leşkerê Amerîka ragihand ku ew Îranî dayne hikumeta Iraqî.

Li vê heftîyê leşkerê Amerîkî ragihandibû ku wan Îranîyan azad diket jiber ku ew edî gefe nîne bo ser parastina Iraqê.

Du ji wan neh Îranîyan li heyva yek li bajêrê Hevlêrê li bakûra Iraqê hatibîne girtin bi gumana harîkarî kirina çekdarên Şî’a li Iraqê.

Li wî demî Amerîkayê got ew endamên Hêza Quds ya Îranî ne ku yekî weka leşkerî ya ser bi supahê pazdaran e. Lê Îranê digot ku ew dîplomatin û daxwaza azad kirina wan dikir.

Li layekî dî ve leşkerê Amerîka ragihand li du rojên buhorî hêzên Iraqî û Amerîkî 14 çekdarên gumanlêkirî li bakûra Iraqê kuştine û 44 gumanlêkirî girtine.


Herwisa çekdarên Amerîkî ragihand ku du çekdarên gumanlêkirî di hêrîşekê da li dijî grupa El Qaîde li Iraqê li başûra Samarra hatîne kuştin.

XS
SM
MD
LG