Serok Bush û şîretvana Elmanî Angela Merkel roja Şembî li Crawford, Têxas basê kêşeya navokîya Iranê diken.
Peyvdarê Seraya Sipî Gordon Johndroe got herdu rêber dê basê pêtivîya ragirtina çalakîyên navokîyên Iranê diken.
Amerîka bizavê diket bu danana toleyên nu dijî komara Islamî, piştî Iranê guhê xwe neda fermanên Civata Tehanî ya Netewên Yekgirî bu ragirtina çalakîyên navokîyên hestîyar.
Serok Bush û xanim Merkel herwesa basê Afganistan, Iraq, Rojhelata Navîn, bazirganîya cîhanî û çend kêşên dî diken.
Herwesa wezîra derve ya Amerîkî Condoleezza Rice dê pişkdarî li kombuna nêvbera rêberên Amerîkî û Elmanî ket.