Breaking News

Leşkirê Amerîkî girtina 200 tîroristên gumanlêkirî li Iraqê ragehand

Leşkirê Amerîkî girtina 200 tîroristên gumanlêkirî li operasyoneka serekî ya hefpêk digel hêzên Iraqî li çar parêzgehên bakora Iraqê ragehand.

Leşkirê Amerîkî roja Yekşembî ragehand li wê operasyonê, ku li heftîya borî dest pêkir, hêzên parastinê sê endamên bilindên giropa El-Qayde li Iraqê girtin.

Li Bexda, polîsê Iraqî ragehand ku bi egera peqîna bombeka birex şeqamê bi armanc bu karwanekê leşkirê Amerîkî, kurekê 12-salî yê Iraqî hat kuştin.

Herwesa serok wezîrê Iraqî Nûrî El-Malikî got çi eger nîne bu paşêxistina sêdaredana Elî Hesen Mecîd û du karbidestên dî yên rijêma Seddam Hûsênî jiber kuştina nizîkî 180,000 Kurdan li salên 1980-yan li bakora Iraqê.

XS
SM
MD
LG