Kabîneya hikumeta Îsraîlê berdana 450 girtîyên Felestînî pejirand wekî nîşaneka başnîyazîyê berî konferansa aştîyê ku ji layê Amerîkayê ve dête rêxistin.
Serokwezîr Ehud Olmert evro duşembî pêşnîyaza azad kirina wan girtîyan kiribî.
Karbidestêt Felestînî daxwaza azad kirina nêzîkî 2000 girtîyan li Îsraîlê kiribî.
Birêz Olmert evro digel serokê Felestînî Mahmud Abbas kom dibit, berî konferansa aştîya welatêt Rojhilata Navîn li Amerîkayê ku wa çaverê tête kirin li heftîya bêt birêve biçit.
Sibehî sêşembî serokwezîrê Îsraîlê sesredana serokê Misrî Husnî Mubarek diket bo bahs kirina kêşeya Îsraîlî û Felestînîyan berî wê konferansê.