Hevwelatîyên Venezuelî gorankarîyên desturî yên pêşnîyaz kirî red kirin ku desthilatên nû yên berfireh didine serok Chavez yek ji wan rakirina demên dîyar kirî ya serokatî bî.
Desthilatdarîya hilbijartina welatî evro duşembî ragihand ku %51 dengdera deng li dijî wan gorankarîyên desturî dan.
Eve jî yekem şikesta serekî ye li dengdanê ku rûbirûya birêz Chavez dibit li demê neh salên serokatîya wî.
Di gotarekê da piştî dengdanê serok Chavez got ev şikeste bi tenê bo nûke ye û ew dê berdewam bit li bizavên xwo bo avakirina sosyalîzmê.
Wezîrê berê yê berevanîyê li hikumeta Chavez Raul Baduel ku yek bî ji rexnegirên serekî yên gorankarîyên desturî got ev dengdane wext xuya dikin ku hevwelatîyên Venezuelî xworagir bîne biramberî giranîyên encam dana gorînkarîyên desturî li dûv hez û daxwazêt takê kesekî.