Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Pakistanê nehişt ku Newaz Şerîf seredana dadvanê serekî bike


Polîsê dijî alozîyê li Pakistanê îro pêncşembîyê rêk girt ji dîdara rêberê opozîsyonê û serokwezîrê berê Newaz Şerîf digel serokê dada wî welatî yê li ser kar ladayî ku niha di mala xwe da hatîye desteser kirin.

Bi sedan polîsan ku nobedarîya cihê jîyana serokê dadê yê li kar labirî Îftixar Muhammed Çadirî li Îslamabadê dikin birêz Şerîf û bi dehan alîgirên wî ragirtin demê wan bizav kir ji wan berbendan derbaz bin ku li dor mala Çadirî hatine bi cih kirin.

Roja çarşembîyê hikumetê bi xurtî li alîyê kêm 27 dadvanên pillebilind xanenişîn kirin, dinav de Çadirî yê ku rexnegirek tund e li serok Pervez Muşerref.

Wan dadvanan red kiribûn ku sonda yasayî birêve bibin piştî birêz Muşerref destûdarêt tengavîyê destûrî li 3ê meha 11 bi cih kir.

XS
SM
MD
LG