Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji bo çareser kirina nexweşîya Înfluenzeya Balindeyan 400 milyon dolar hate dan


Di konferanseke li ser Înfluenzeya Balindeyan da li paytextê Hindistanê li New Delhi xêrxwazên navnetewî zêdeyî 400 milyon dolaran nezr kirin jibo çareserkirina nexweşîyê li cîhanê.

Heftîya buhurî xêrxwazên navnetewî ev pare dan li roja dawîn ya konferansa sê rojî ku ji zêdeyî 100 welat beşdar bûbûnê.

Di bizava dijî Înfluenzeya Balindeyan da, welatê ku zêdetirîn pareyan dide Welatên Yekgirtîyên Amerîka 195 milyon dolarên din nezr kir.

Cîgirê serokê Banqa Cîhanî Peter Harrold got hêj kêmasîya pareyan heye lê belê dîsa jî kesî texmîna ewqas pareyê zêdetir yê ku hatîye dan nedikir. Wî jibo vê yekê got ev bersiveke gelek bi hêvî ye jibo çareser kirina vê pirsgirêkê.

Xêrxwazên navnetewî heta niha 2 milyar û 300 milyon dolaran nezr kirine bo alîkarîya welatên paşmayî da ku karibin li dijî vîrusa vê nexweşîyê bizavê bikin.

Serokwezîrê Hindistanê Manmohan Singh yê ku di konferansê de axaftinekê kir balê kişand ser girîngîya saxlemîya heywanan.

Wî got baştirîn rê bo konrtol kirina belav bûna nexweşîyê ewe ku nexweşî di cihê wê de bê çareser kirin û got zanistên Hindî derzîyekê çêdikin ku wê hem jibo balindeyan hem jî jibo mirovan bi kêr bê.

Karbidestên WHO, Rêkxistîya Saxlemîya Cîhanî dibêjin di belav bûna nû ya nexweşîyê de wê ji sedî 20 serjimara cîhanê têkeve bin bandora wê nexweşîyê.

Ji sala 2003 were heta niha bi nexweşîya Înfluenzeya Balindeyan zêdeyî 200 mirov mirine.

XS
SM
MD
LG