Walk The Line" hspace=2 src="/kurdi/images/walk_the_line_reese_witherspoon_210.jpg" width=225 align=left vspace=2 border=0>Witherspoona temen 31 salî ya ku li sala 2005 xelata Oskar ya baştirîn aktrîsê wergirt bo filmê Walk The Line serê filîmî 15 an jî 20 milyon dolaran werdigre. Bi vî awayî ew dikeve cihê jortirîn di lîsta The Hollywood Reporter de wek jinên ku salane zêdetirîn pareyan kar dikin.
Her çiqasî di filmê xwe yê dawîn Beowulf de aktrîsa 32 salî jimareke biçuk (8 milyon dolaran) wergirtibe jî, Angelina Jolie di wê lîstê de ya duwem e. Cameron Diaz ya sêyem e ku serê her filîmî 15 milyon dolaran werdigre.
Nicole Kidmana ku par bûbû duwem îsal li rêza çara ye ku serê her filîmî 10 an 15 milyon dolaran werdigre. Herwisa Renee Zellweger û Sandra Bullock jî ewqas pareyan werdigrin tevî Julia Roberts ku ji sala 2004 heta niha di tu filman de xuya nebûye. Filîmê wê yê nû Charlie Wilson’s War li meha 12 dileyîze.
Drew Barrymore û Jodie Foster serê her filîmî bi wergirtina 10 an 12 milyon dolaran dikevine dawîya deh kesên di lîsteyê de û herwisa Halle Berry jî bi wergirtina 10 milyon dolaran.
Lîsteya me’aşên wan aktrîsan li çarê meha 12 di kovara The Hollywood Reporter's "Women In Entertainment: Power 100” de tê belav kirin.