Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li operasyoneka hêzên NATO û Afganî 14 kes li başora Afganistanê hatin kuştin


Wezareta berevanî ya Afganî ragehand ku li operasyoneka leşkirî, bu azad kirna bajerokê Musa Qela li jêr kontrola Talîbanê, 12 çekdarên gumanlêkirî û du zarok ji layê serbazên NATO û Afganî ve hatin kuştin.

Peyvdarê wezareta berevanî Ceneral Muhemed Zahir Ezîmî roja Şembî got serbazan roja Heynî rex û çanêt bajerokê Musa Qela li herêma Helmend girt. Peyvdarî got du zarok hatin kuştin demê ew otombîla têda bun kefte ber gullan.

Bi layekê dîve, polîsê Afganî ragehand ku çekdarên Talîbanê li bajerokê Sangîn li herêma Helmend kurekê 12-salî li sêdare da, piştî çekdaran got ew kur karê sîxorîyê diket.

XS
SM
MD
LG