Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tayê Efrîqa ya bakûr ya El Qaîde berpirsyaretîya xwe nîşan da jibo teqînên xwekuj li Cezayîrê


Tayê Efrîqaya bakûr ya El Qaîde berpirsyaretî ya xwe jibo herdu teqînêt bikujên otomobîlên bombekirî roja sêşembîyê li derveyê ofîsên Neteweyên Yekgirtî û avahîyek hikumetê li paytextê Cezayîrê nîşan da.

Karbidestên hikumeta Cezayîr dibêjin alîyê kêm 26 kes hatine kuştin û 177 kesên din jî dinav van teqînan da birîndar bûne.

Karbidestên nexweşxanê hejmara kuştîyan zêdetirî 60 kesan dayîne dîyar kirin.

Dinav kuştî û birîndaran da xwandevan jî hene ku dinav basek xwandîngehê li nêzîk avahîyê dadgeha bilind hatîye hingavtin cihê ku yek ji wan teqînan lê çêbûyî.

Wan teqînan ofîsa Programên Pêşvebirinê ya Neteweyên Yekgirtî helweşand û zerar gehandine ofîsên din yê Komîsyonerîya Bilind ya Neteweyên Yekgirtî jibo karûbarên Penaberan.

Wezîrê Navxweyî yê Cezayîr Nureddîn Yezîd Zarhunî dibêjît kesek xwekuj berpirsyarên wan êrîşan bûye.

Tête bawer kirin ku peyivdareka Neteweyên Yekgirtî li New Yorkê Marie Okabe û 11 karmendên din yên Neteweyên Yekgirtî dinav kuştîyan da bin û hinek karmendên din jî hêjta ne dîyar in.

XS
SM
MD
LG