Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşdarên kombûna li ser seqayê dinyayê li Endonezyayê geşbîn in


Şandeyêt pişikdar li danûstandinêt saxberîyê ya Neteweyêt Yekgirtî li ser gihorîna seqayê dinyayê li Bali dibêjin ew geşbîn in ku Amerîka û Ewropa nêzîk bigehine rêkeftinekê bo çareser kirina giriftarîyêt pîs bûna hewayê li paşerojê.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban ki-Moon dê seredana xwo bo Rojhilata Timor bi domahî di înit û dê vegeriteve cihê konferansa li Bali, piştî şandeyêt pişikdar li konferansa li ser seqayê dinyayê belavnameka dî mor kirin û pêkhatineke nû gehiştinê piştî konferans bi domahî hatî evro heynîyê.

Wezîrê Jîngeha Yekîtîya Ewropî Stavros Dimas dibêjît çend pêngav hatine avêtin li ser belavnameka vê domahîyê ku evro dihête mor kirin ji layê şandeyêt pişikdar ve li koferansa li Bali.

Yekîtîya Ewropî gazî welatêt zengîn kir da ku dûkel û gazê bi zîyan kêm kin bi nîsbeta %25 heta %40 hata sala 2020 ku Washington bi tundî li dijî hindê ye.


XS
SM
MD
LG