Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush daxwazê li Surîyayê diket bi sedan bizavkarên opozîsyonê azad biket


Serok Bush daxwazê li Surîyayê diket bi sedan bizavkarên opozîsyonê azad biket ku jiber bîr û boçûnêt sîyasî yêt wan hatîne zîndanî kirin.

Di beyannameyekê da ku roja eynî hatîye belave kirin serok Bush xwoşhalîya xwo ragihand biramberî damezirandina Civata Niştimanîya Ragihandina Dîmeşqê.

Endamên wê gropê bizav kirîye bo rêxistina gropên opozîsyonê li Surîyayê.

Birêz Bush dibêjît ev civate rengvedana hez û vîyana zorîna Surîya ne ku divêt bi azadî, demokrasî û aştî bijîn.

Li çend rojên vê dawîyê desthilatdarên Surî pitir ji 30 endamên wê civatê girtîye.

Serok Bush dibêjît Surîya berdewam e li red kirina mafên mirovên bineretî bo hevwelatîyên xwo wekî azadîya raderbirînîyê, azadîya hatin û çûnê û azadîya helbijardina hikumetekê ku nunerayetîya wan biket û bersiva pêdivîyên wan bidet.




XS
SM
MD
LG