Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cebar Yawer topbaran kirina bakora Iraqê ji layê leşkirê Turkî ve pişt rast diket


Peyvdarê hêzên Pêşmergên Herêma Kurdistanê Iraqê, Cebar Yawer, topbaran kirina deverên tuxîvî yên bakora Iraqê ji layê leşkirê Turkî ve pişt rast kir.

Di hevpeyvînekê da digel Dengê Amerîka, birêz Yawer got deverên nizîkî çîyayê Qendîl heta Xwakurk hatîne topbaran kirin.

Karbidestên Kurd yên Iraqî dibêjin li hêrişên Turkîya yên roja Yekşembî jinek hatîye kuştin û jimareka hevwelatîyan birîndar buyne.

Birêz Yawer dîsa pêdana ku kêşa nêvbera Turkîya û Partîya Karkerên Kurdistanê kêşeka navxweyî ya Turkîya ye û got hukumeta Herêma Kurdistan û serokatîya herêmê bi berdewamî kar diken da tuxîvên herêmê digel welatên cîran parastî, tenah û bê kêşe bin.

Bu bihîstina wê hevpeyvînê, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG