Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derveya Îranê gazî Balyozê Azerbaycanê kirîye


Wan gazî kirîye jiber tiştên ew dibêjît bêbinîşe ku ew jî tometbar kirina hindê ye ajansên Îranî alîkarîya plana Coup de'Etateke dijberî hikumeta Baku kirîne.

Heftîya buhurî dadgehek Azerbaycanê 15 kesêt Îranê hikum dan liber tometbarîyên xiyanetê ku dest hebûne digel ajansêt zanyarîyên Îranê jibo linav birina hikumeta sekuler ya serok Îlham Alîyev.

Peyivdarê Wezareta Derveya Îranê Muhammed Alî Huseynî îro yekşembî daxwaz ji Baku kir ku yan wan tometan biselimînit û piştrast biket yan jî daxwaza lêbuhorînê biket. Wî herwisa rexne li dijminên derveyên Îranê girt liber planên wan yên zerar gehandine pêywendîyên dîplomatîkên Îranê digel cîranên wê yên bakûr.

Dinav dadgeha heftîya buhurî da rêberê tometbarkirîyê wê planê Saîd Dadaşbeylî bi 14 salên zindanê hatîye hikum dan.

XS
SM
MD
LG