Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

"Amerîka hevkarîya agehîyan digel Turkîye kirîye di hêrîşêt vê domahîyê da li bakûra Iraqê dijî PKK"


Balyozê Turkîye jibo Washingtonê Nabî Şensoy roja çarşembîyê gote rojnamevanan ku nêzîk 50 balafirên şerkerên Turkîyê pişikdarî kirine dinav du pêlêt êrîşêt asmanî da roja yekşembîyê sibêdê zû dijberî PKKê dinav bakûrê Iraqê da.

Şensoy dibêje di encamê da zerarek giran gihîştîye binêşe û çarçoveya hebûna PKK li çîyayêt Qendîlê û herwisa kampên PKKê bi dirêjahîya tixubê Turkîyê.

Balyoz Şensoy got serkeftina wê êrîşê li ber wan zanyarîyan bûye ku Amerîka dayîne Turkîyê, lê wî piştrast nekir ka çi wextî karbidestên leşkerîyên Amerîka ji wan êrîşan agehdar bûne.

Roja sêşembîyê Seraya Sipî ragihand ku Amerîka berdewam e li ser parvekirina zanyarîyan digel Turkîye û Iraqê, sebaret PKKê. Lê karbidestan red kir çi gotinan bikin li dû raportên dibêjin zanyarîyên Amerîka alîkarîya desthilatdarên Turk kirîye ku êrîşê bikin ser PKK.

Parlamana Iraqê ew êrîşe mehkum kirîne. Peyivdarek hikumeta Iraqê ew êrîşên asmanî ne cihê qebul kirinê dane zanîn û huşdarî da ku karin bibine egera çêbûna giriftên aloz.

Rêberên Kurd li bakûra Iraqê tundtir bûn û dibêjin ew êrîş zêdegavî bûn bo serdarîya Iraqê û wan Amerîka tometbar kir bi pesend kirina wan êrîşan, liber ku Amerîka herêma asmanîya Iraqê kontrol diket.

Pêywendîyên navbera Amerîka û Turkîyê dinav mehên dawîyê da sar bûbûn liber PKKê û pirsên din. Lê balyoz Şensoy dibêjît ew pêywendî baştir bûyne piştî seredana serokwezîrê Turkîye Recep Tayîp Erdogan li Washingtonê ku li meha 11 zûbizû bi cih kir.

Ew dibêjît parvekirina zanyarîyan ku bûyîne sedema cîbîcîkirina êrîşa roja yekşembîyê encama xuya ya yekê ye jibo wê hevkarî û rêkeftina nûjen kirî. Lê balyozê Turkîye bo Washingtonê dibêjît weku xuya êrîşên vê heftîyê dijberî PKK nabine êrîşên dawîyê û dibêje:

"Dinav demên buhurî de hatîye ragihandin her tiştê pêdivî bît dê bête cîbicî kirin her wek min got ev çende hemî operasyon nîye lê ez bawer dikim wê xizmeta armancêt xwe kirîye, liber ku hemî armanc bi hûrî û huşyarî hatine lêdan. Eve tişteke ku heta niha em dizanîn û armanca dawîyê jî ewe ku rêkxistîya terorîst PKK li bakûrê wî welatî linav biçît û Turkîye dê her karek pêdivî jibo wê çendê cîbicî biket."

Balyoz Şensoy dibêjît êrîşa roja yekşembîyê û êrîşên din yên piçuk roja sêşembîyê peyamek bi hêz şandin jibo PKK ku leşkerê Turkîyê şîyana hindê heye wan têk bişkînît li her cihekî ku ew lêbin.





XS
SM
MD
LG