Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Turkî dîsa hêrişê dikene ser bakora Iraqê


Leşkirê Turkî ragehand ku firokên leşkirî bingehên serheldayên Kurd yên cûdaxaz li bakora Iraqê bombaran kirin.

Ev hêrişe sêyem hêrişa piştrast kirîye li vê heftîyê bu ser bakora Iraqê.

Di beyannamekê da ku li malpera leşkirî belav buye, leşkirî ragehandîye ku ew hêrişên asmanî bu demê 30 xolekan berdewam bun û piştî hingî ew dever hatin topbaran kirin.

Leşkirî ragehand ku hêriş dijî serheldayên Partîya Karkerên Kurdistanê, PKK, dê berdewam bin.

Li vê heftîye, balyozê Turk li Washingtonê, Nabî Sensoy, got hêrişên asmanîyên Turkîye yên vê dawîyê dijî PKK li bakora Iraqê li dîv pêzanînên agehîyên Amerîkî bu.

XS
SM
MD
LG