Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama û Huckabee serkeftinê li wilayeta Iowa bi destve tînin


Berbijarêt serokatîya Amerîka kom dibin li bakûra rojhilata Amerîka li wîlayeta New Hampshire da ku berîkanîyê bikin di hilbijartinêt serekî li wîlayetê piştî berbijarê Demokrat Barack Obama û yê Komarî Mike Huckabee hatine hilbijartin li kombûnêt hizbî li Iowa li roja pêncşembîyê.

Li sibêde zû çend berbijar vegeryaneve ji Ohio ku li wêrê taqî kirina yekê li berîkanêt hilbijartinê serokatîyê hatine kirin.

Obama senatorê wîlayeta Ilinois, li bakûra Amerîka bi sanahî bi serkeft û ji hevrikêt xwo senator John Edwards û xanima yekê ya berê û senatora New York Hillary Clinton bir ku pilla duwê û ya sêyê bi destve îna li hilbijartinêt hizbî ya partîya Demokrat

Senator Obama divêtin ku bibît yekemîn serokê Amerîkî yê reş û wî got serkeftina wî li Iowa nîşana guhorînê ye.

Di nav Komarîyan da Huckabee ji şehirdarê berê yê wîlayeta Massachusetts Mitt Romney bir di kombînêt hizbî da li Iowa.

Huckabee şehirdarê berê yê wîlayeta Arkansas e demê hatî geş kirin di berîkanîyêt serokatîyê li çend heyvêt buhorî yêt vê domahîyê û gote piştevanêt xwo pêdivîya rojeka nû heye hem bo sîyaseta Amerîka û hem jî bo hikumeta wê.

XS
SM
MD
LG