Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokên Iraq û Herêma Kurdistanê li Dûkanê kom dibin


Mektebên siyasî yên Partiya Dîmokrata Kurdistanê û Yeketiya Niştîmanî ya Kurdistanê roja şembî li havîngeha Dûkanê kombûnek girê da.

Ew kombûn bi serokatiya serokê Iraqê Celal Talebanî û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat kirin bu baskirina rewşa siyasî û rêveberiya Herêma Kurdistanê û têkelîyên nêvbera Hewlêr û Bexda.

Di konferanseka rojnamevanî da piştî kombûnê, birêz Talebanî got wek karekê mebde’î birêz Nêçîrvan Barzanî dê li postê serokê hukumeta Herêma Kurdistanê mînît.

Herwesa birêz Mesûd Barzanî got her demekê Yeketî daxaza wî postî biket di deynê û got me çi merc nîne bo kandîdê Yeketî.

Peyamhinêr Letîf Nêrweyî li Silêmanî raportek ser kombûna PDK û YNK amade kirye, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike. (Dem 2:31)

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG