Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Fransayê Sarkozy supermodeleke berê li xwe mar diket


Serokê Fransa Nicholas Sarkozy hivîyê ye li heyva bêt stranbêjeka bi navê Carla Bruni ku berê supermodel anku mankeneka serekî bûye li xwe mar diket.

Herduya biryar daye ku li heyştê meha du şahîyana xwe bigêrînin.

Li dû dezgeha ragihandinê ya Associated Press hate ragihandin ku li meha 12 sala buhurî Sarkozy xanim Bruni nîşan kir dema gustîleka elmasî bi rengê pîvazî pêşkêşî wê kiribû.

Li 23ê meha neh sala 1982ê Sarkozy hevjîna xwe ya yekê mar kir û neha du kurên gênc hene, lê belê li sala 1996ê ew û jîyana xwe ya hevjînîyê bi domahî îna.

Ne gelek piştî cudabûna wan Sarkozy careka dî digel jineka bi navê Cecelia Sagner Albanez peywendîya girê didet û her li sala 1996ê li xwe mar diket. Lê li sala 2006ê jêk diçine paş û li sala 2007ê ew bi resmî cuda dibin.

XS
SM
MD
LG