Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîka yek ji mezintirîn kiryarên xwe yên bombebaran kirinê li Iraqê ragihand


Leşkerê Amerîkî yek ji mezintirîn kiryarên xwe yên bombebaran kirinê li van mehan li Iraqê ragihand ku ew hêrîşe li ser cihê El Qaîde li Iraqê bû.

Leşker di belavnameka leşkerî de roja pêncşemê behsa vê êrîşê kir û dibêje firokên şerrî bêtir ji 18 hezar kîlogram ji keresteyên peqîna avêtin ser cihê hewandinê yên terorîstan li Ereb Cebbur.

Avêtina wan bombebaran kirinê demê 10 deqqa dewam kir û çi raportên zû nehatin dan li ser kuştin û birîndar kirina yekî.

Ew bombebaran kirin pişkek bû ji şerrê berfirehê welatî ku armancê wê ew bû go topebaran kirinê li ser cihên hewandina El Qaîde li Iraqê.

Karbidestên Amerîkî dibêjin serkeftina bersîng girtina kiryarên xerabkaran li devera Bexda û Ambar bû sebeba hindê ku grupên pêywendî bi El Qaîde hebin çûn û hatina paldan li devera Dîyala û deverên din li bakûr ku şerrê Amerîka bi rêve ye li wan deveran.



XS
SM
MD
LG