Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimara kuştîyên li hotêla binavûdenga Afganistanê gehîşte heyşt kesan


Roja duşembîyê çar bergumanêt Talîban ku kemerbendên xwekujîyê li xwe pêçabûn û çek û narincok bixwere hilgirtibûn êrîş kiribûn ser hotelek binavûbang ku bi giranî tête parastin li Kabula paytextê Afganistanê û di encam da alîyê kêm heyşt kes hatin kuştin.

Peyivdarek Wezareta Navxwoya Afganistanê got hevwelatîyek Amerîkî û herwisa rojnamevanek Norwecî dinav kuştîyan de ne digel çend nobetdarên parastina wê hotêlê de jî.

Di vê êrîşê da êrîşberekî xwe teqand û yê din jî narincok avêtin û teqe kirin û nobetdarek hotelê milîtanek kuştin.

Talîban berpirsyarîya xwe li hember wê êrîşê nîşan daye.

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-moon got Wezîrê Derveyê Norwecê Jonas Gahr Stoere ku xwe amade dikir bo kombûnekê li hotêla Serena armanca wê êrîşê bûye lê ew nehatîye hingavtin.

XS
SM
MD
LG