Fermandarê berê yê Massachusetts Mitt Romney dinav hilbijartinên berahîyê da li Michiganê dinav berbijarên Komarîyan da senatorê Arizona John McCain û fermandarê berê yê Arkansas Mike Huckabee şikestand.
McCain û Huckabee roja sêşembîyê şev li hember Romney şikest xwarin yê ku bi xwe xelkê wê wîlayetê ye û babê wî George Romney li salên 1960an weku fermandarê wê wîlayetê xizmet kirîye.
Dinav gotarekê de jibo alîgirên xwe serkeftina xwe weku serkeftina geşbînî bi ser avayê bedbînîyê Washingtonê binav kir.
Romney bûye sêyem berbijarê Komarîyan ku dinav hilbijartinên berahîyê da serkeftinê bidest bînît piştî McCain li New Hampshire û herwisa Huckabee jî li Iowa serkeftin bidest anîn.
Senator Hillary Clinton jî li beroka partîya Demokrat bi serkeft ya ku rikeberîyek wisa li Michiganê nebû. Rikeberên naskirî yên Demokrat xwe vekêşan liber rolê partîyên jêr pêkirî li wê wîlayetê sebaret wextê hilbijartinê û encamên hilbijartinê jibo wan nayêne hesab kirin.