Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush domahî bi seredana xwo bo Rojhilata Navîn îna


Birêz Bushî li Misrê got welatên cîran amade ne harîkarîyê bikin da Filistînî û Îsraîlî bigehine rêkeftina aştîyê.

Serok Bush ev axaftine piştî danûstandin ligel serokê Misrê Husnî Mubarek li Şermi'l Şêx ewa li ser Deryaya Sor kirîn.

Herwesa birêz Bushî got ez dê berdewam bim di bizavên aştîyê da û pêdaçû û got ez micidim di gotinêt xwo da.

Birêz Mubarek têbînî dan û got "Ez piştevanê bizavên aştîyê me li navberê Îsraîlî û Filistînîyan heta bigehine rêkeftinê."

Serokê Welatên Yekgirtîyên Amerîka supasîya Misrê kir li ser helwesta wan bo piştevanîya hikumeta Libnanê û got divîya Surîya û Îran destê xwo ji nav Libnanê bikêşin û hîvî kirin bizavên Misrê bo ava kirina demokrasîyetê zêdetir bibin.

Li ser destûdarê Iraqê birêz Bushî got hikumeta Bexda ne hikumetekî nimune ye belê berev bi pêş ve diçît da aştîbûna niştimanî li navbera layanên sîyasîyên Iraqî da bidestve bi înit.

XS
SM
MD
LG