Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li bakûra Bexda jinekê bombe bixweve teqand û bû egera kuştina bi kêmîve heyşt kesan


Karbidestên Iraqî dibêjin bikêmîve heyşt kes hatine kuştin li demê jinekê xwo teqand di nav bazareka qerebalix da li bajêrkekê li bakura Bexda.

Karbidest dibêjin hêrîşa îro çarşembê bû egera birîndar bûna hindek kesa li bajêrkê Xambenî li nêzîkî Baquba ku piranîya xelkê wê Şî'e ne li parêzgeha Diyala.

Ji alîyekî dî ve hêzêt Amerîkî hêrîşeka nû di vê mehê da kirin li devera Diyala jibo der kirina çekdarên El Qaîde ji deverên têkilîyên tîreyî.

Wezîra Derveya Amerîka li Bexda dilxwoşîya xwo dîyar kir li ser biryara parlamanê Iraqê bo beşdarî kirina kevne endamên partîya Baas a Seddam Huseynî di postên hikumetê da.

Xanim Rice got pesend kirina wê qanunê nîşanên pêşveçûna aştîbûna niştimanî ye.



XS
SM
MD
LG