Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bexdayê û Diyala û deh parêzgehên başûra Iraqê qedexe kirina hatin û çûnê destpêkirîye berî rêûresmên Aşurayê


Ew rê û resma olî ya deh rojan ya Şî'ayan ku pêştir bûye armanca hêrîşên milîtanan tête çaverê kirin ku çendîn milyon zîyaretvan pişikdarîyê têda bikin.

Televizyona fermî ya Iraqê da zanîn ku hemî diruyanêt derbaz bûnê li parêzgehên başûr bêne berbend kirin.

Ew qedexe kirina hatin û çûnê parêzgehên aloz yên Bexdayê û Diyala jî digihîte xwe cihê ku roja çarşembîyê jinek xwekuj dinav bazarek qerebalix we teqand û di encam de heyşt kes hatine kuştin.

Karbidest dibêjin çendîn kesên din jî dinav vê êrîşê da li bajêrê Xanbenîsaad li nêzîkî Baquba li parêzgeha Diyala birîndar bûyîne.

XS
SM
MD
LG