Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helbijardina serokê Lubnanê dîsa hat paşêxistin


Perlemanê Lubnanê bo cara 13-ê helbijardina serokê welatî bi paş xist.

Serokê perlemanî Nebîh Berrî roja yekşembî got dengdan ji bo helbijardina serokekê nu, ku we biryar bu roja duşembî bête kirin, heta roja 11-ê meha du hat paşêxistin.

Zorîneya perlemanî ya ser bi rojavayê û giropên opozisyonê yên ser bi Surya, bi pilaneka Komkara Erebî razî bûn li ser helbijardina serokê leşkirî Mîşêl Suleyman wekî serokê nu yê welatî.

Lê alîyên siyasî rêk nekeftîne li ser dabeş kirina desthelatî li hukumeta nu. Berrî paşêxistina helbijardina ragehand piştî kom bûnê digel sikirtêrê Komkara Ereb Emir Mosa.

Ewêt roja 23 heyva 11 ya sala bûrî Lubnan bê serokê, demê gera serokayetî ya Emîl Lehûd bi dumahî hat.

XS
SM
MD
LG