Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêkxistîya Çavdêrîya Mafên Mirovan ji Turkîye daxwaz dike ku giranîyê li ser serokê Sudanê danît


Gropeka mafên mirov ya baregeh li Amerîkayê daxwazê li Turkîyê diket da giranîyê li ser serokê Sudanê Omer'l Beşîr danît bo bidomahî înana tawankarîyên herêma Darfura Sudanê demê evro duşembî dest bi seredaneke sê rojî bo Enqerê diket.

Di beyannamekê da Rêxistîya Çavdêrîya Mafên Mirovan sersamîya xwo ragihand ku Turkîyayê daxwazname bo birêz Beşîrî hinartîye da seredana wî welatî biket.

Ew rêxistî rêberê Sudanê berpirsyar diket beramberî pêşilkarîyên berfirehên mafên mirovan li Darfurê. Ew rêxistîya parastina mafên mirovan ragihand ku Turkîye divîya pêgirîya parastina mafên mirovan bit û daxwazê li birêz Beşîrî biket domahîyê bi tawankarîyên Darfur bînît.

Rêxistîya Çavdêrîya Mafên Mirovan herwisa biryara birêz Beşîrî bo dana posteka hikumî bo rêberên çekdarên Cencewîd mehkum kir.



XS
SM
MD
LG