Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buhayên sehm û senedan li bazarên mezinên darayî yên Asya ji nişkêva bilind bûn


Buhayên sehm û senedan li bazarên mezinên darayî yên Asya ji nişkêva bilind bûn demê sermayeguzaran pêşwazî kirin ji nizim kirina demûdest ya rêjeya qazancê ji alîyê Xizînedarîya Federalî ya Amerîka ve.

Îro çarşembîyê zû buhayê sehm û senedan li Awusturalya, Japonê, Hong Kongê û Koreya Başûr nêzîkî sê hetanî heft ji sedê bilind bûn.

Sazîya Diravîya Navnetewî anku IMF got nizim kirina rêjeya qazancê ji alî Amerîka ve hejî û alîkar bû, lê IMF dîyar kir hêjta dabezînek berfireh îsal di zêde kirina aborîya cîhanê de dikevîte berçav.

Hejî gotinê ye ku Banqa Navendîya Amerîka roja sêşembîyê rêjeya qazancê sê çaryekên yek ji sedê nizim kir piştî nîgeranîyêt sebaret hind hêdîbûna aborîya Amerîka bûye egera nizim bûna buhayê sehm û senedan li cîhanê dinav van rojên dawî da.

XS
SM
MD
LG