Breaking News

Hêzên Pakistanê hêrîş kirine ser cihêt xwe veşartina milîtanêt Îslamî

Hêzên Pakistanê bi piştevanîya helîkopter û topa hêrîş kirine ser cihêt xwe veşartina milîtanêt Îslamî, nêzîkî tixubê Afganistanê û şerrekî dijwar hate kirin.

Di vê hêrîşê de 40 serhilda û heyşt serbaz hatine kuştin.

Leşkerê Pakistanî dibêjît 30 milîtanêt dî hatine girtin di şerrê du rojî da li Devera Eşîretan li başura Weziristanê.

Leşker dibêjît 32 milîtan birîndar bûne demê sê dever ji milîtana pakij kirîn ku we bawer tête kirin jimareka şerkerêt Talîban û El Qaîde xwe li wêrê veşartibît.

XS
SM
MD
LG