Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşa xwekuj li bakûra Musil bû egera kuştina serokê polîsan


Karbidestên Iraqê dibêje êrîşa xwekuj li bakûra bajarê Musil bûye egera kuştina serokê polîsan û du efserên din.

Karbidest dibêjin ku ew hêrîşker, cilê polîsan li ber bû û berev bi serokê polîsan çû û xwe peqandî.

Serbazekî leşkerê Iraqê û serbazekî Hevalbendan li wê hêrîşa duhî pêncşembê birîndar bûn.

Serokê polîsan dê vekolîna li cihê peqîna roja çarşembîyê bide kirin ku ew peqîne bû egera kuştina 34 kesan û pê bêtir ji 200 kesên din jî birîndar bûn.

Di serpêhatîyek din de karbidestên Iraqî dibêjin di hêrîşeka peqîna bombekê de li Kerbela duhî pêncşembî bi sivikî melayekê bilindekî Şî'eyan şêx Abdullah Muhdî Kerbevî birîndar bû û du nobetdarên wî jî hatin kuştin.

Karbidest dibêjin du kesên din birîndar bûn di herîşeka demê oldarî ji Mizgefta Îmam Huseynî hiştî ku ew mizgefte yek ji mizgeftên pîrozî Şî'eyan e.

XS
SM
MD
LG