Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikumeta Iraqê hinartina nefta xav bo Koreya Başûr ragirt


Hikumeta Iraqê hinartina nefta xav bo Koreya Başûr ragirt wekî derbirîna nerazîbûnê biramberî rêkeftinên nêvbera kompanyayên Korî û hikumeta Herêma Kurdistanê û derînana neftê li Herêma Kurdistanê.

Kontrakta salane ya nêvbera Iraq û kompanya herî mezina sazgeha neftê ya Koreya Başûr SK Energy li roja yekê heyva yek bi domahî hat. SK Energy ragihand ku hikumeta Iraqê gotîye wê kompanyayê divîye kontraktên xwo digel Kurdistanê helweşînît, eger bivêt hinartina neftê destpêbiketeve.

Jimareka kompanyayên Koreya Başûr bi serpereştîya Kompanya Nefta Niştimanîya Korî ya ser bi hikumetê rêkeftinek digel hikumeta Kurdistanê mor kirîye bo der înana neftê li devera Bazian ku dikevîte parezgeha Duhokê.

Kompanya Koreya Başûr ragihand ku kontraktên xwo digel hikumeta herêmê hilnaweşînit.

XS
SM
MD
LG