Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbjarê Partîya Komari John McCain li Florida biserkeft


Senatorê Amerîka John McCain ji wîlayeta Arizona fermandarê berê yê wîlayeta Massechusats Mitt Romney şikest da û şîya li hilbijartinên berahîyê yên serokatîyê yên Partîya Komarî li Florida serkeftinê bidestve bînît.

Linav pitirî 90% dengan ku hatine hejmartin McCain 36%dengan û Mitt Romney 31% dengan bidest anîne û bi wê çendê McCain dikarît her 57 nunerên Florida jibo civîna dîyar kirina kandîdan yên Komarîyan destnîşan biket.

Dinav gotara xwe ya serkeftinê de roja sêşembîyê bişev McCain got serkeftina wî dê bi awayek berçav wî dinav hilbijartinên berahîyê yên heftîya bêhêt ku bi "Super Tuesday" hatine nas kirin bi pêşve bibit demê ku pitirî 20 wîlayetan li vê rojê hilbijartinên berahîyê û "caucuses"encam didin.

Ji Partîya Demokratan jî Hillary Clinton li hember Barack Obama serkeftinê bidestve anî û John Edwards bû yê sêyemîn.
XS
SM
MD
LG