Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarên Komarî beşdarî behsek televîzyonî bûn


Çar kandîdayên berbijarîya Komarîyan jibo serokatîyê ku li pêşîyê ne, roja çarşembîyê êvarê li California pişikdarî behsek televîzyonî bûn.

Herdu berbijarên li pêşîyê senatorê Arizona John McCain û fermandarê berê yê wîlayeta Massachusetts Mitt Romney digel endamên Kongresê ji wîlayeta Texasê Ron Paul û fermandarê berê yê Arkansas Mike Huckabee li pirtukxana serokatîya Ronald Reagan pişikdarî wê behs kirinê bûn.

McCain ku jibo demek dirêj e piştgirîya şerrî li Iraqê diket gotina xwe dubare kir ku Romney piştgirîya dîyar kirina wextekî jibo vekêşana serbazên Amerîka ji Iraqê kirîye. Romney ew çend red kir.

Her çar kandîdayan boçûnên xwe li ser çendîn pirsên dî eşkera kirin ji pirsa aborîve bigre hetanî bigihîje pirsa mişextan.

XS
SM
MD
LG