Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sirbîstanê berbijarê ser bi Rojavayê ve Boris Tadic wek serok hate hilbijartin


Serokê Sirbîstanê ewê ser bi Rojava ve, Boris Tadic serkeftin bi ser hevrikê xwo yê neteweperwerê tundrê Tomislav Nikolic îna li berîkanîyeka gelek nêzîk.

Li derenga roja yekşembê karbidestên hilbijartinê li Belgrad gotin birêz Tadic bi 51% ji dengan serkeftin îna beramber 48% bo birêz Nikolic bi cudahîya 120 hezar kartên dengdanê û jimartina denga heta niha 95% yêt bi domahî hatîn.

Birêz Tadic gote piştevanên xwo"Sirbîstan bo cîhanê dîyar kir ku ew dîmokratîyeteke Ewropî ye." Raportên dengûbahsa dibêjin bi giştî hilbijartin saxlem bûn û bi awayekî baş rêxistî bûn.

Birêz Nikolic berbijarê Partîya Sirbîstana Radîkal ewa bi ser Rusya ve soz dabû ku ew dê bihêz rikeberîyê biket.

Slovenya ewa niha serokatîya Yekîtîya Ewropî diketin dilxwoşîya xwo dîyar kir li ser serkeftina Tadic û got "Em piştrast in ku Sirbîstan demokrasîyetekî Ewropî ye."

XS
SM
MD
LG