Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Tenahîyê ji civaka navnetewî dixwaze ku piştgirîya hikumeta Çadê bikin


" hspace=2 src="/kurdi/images/AP_French_nationals_and_other_foreigners_leave_NDjamena_eng_195_2feb08.jpg" width=210 align=left vspace=2 border=0>Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî daxwazê ji civaka navnetewî diket ku piştgirîya hikumeta Çadê dijberî serhildayên çekdar biken, dinava alozîyekê da ku bi hezaran kesên sivîl neçar kirîye paytextî di cî da bihêlin.

Roja duşembîyê Civata Tenahîyê li New Yorkê ragihandinek pesend kir ku ne merc e bête cîbicî kirin; têda serhildayan mehkum diket.

Balyozê Fransa li Neteweyên Yekgirtî got ew ragihandin daxwazê ji welatên endam diket ku alîkarîyê jibo hikumeta rewa ya serok Îdrîs Debî li Çadê biken.

Wezîrê Derveyê Fransa Bernard Kouchner gotîye rojnamevanan Fransa naxwazît çi operasyonên leşkerî li Çadê birêve bibet.

Fransa nêzîkî 1500 serbaz li welatê Çadê hene û 150 serbazên din heftîya borî gehîştine wê derê.

XS
SM
MD
LG