Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mafperestekî girîng yê Civata Nuneran ya Amerîka Tom Lantos jiber nexweşîya şêrpence mir


Nunerê Civata Amerîka Tom Lantos tenê kesê piştî Hollocaustê zindî mayî û jibo Kongresa Amerîka hatibû hilbijartin koça dawîyê kir. Birêz Lantos 80 salî bû.

Ofîsa Demokratan li California dîyar diket ew roja duşembîyê liber nesaxîya şêrpencê mirîye.

Lantos li sala 1980ê jibo Kongresê hate hilbijartin, niha jî linav gera 14 ya xizmeta xwe da bû, ew serokê Komîteya Karûbarên Derveya Civata Nuneran bû û gelek rêz jibo mafên mirovan û azadîyên civakî hebû.

XS
SM
MD
LG