Breaking News

Austuralia 150 serbaz û polîsên dî dihinêrîte Tîmora Rojhilat

Austuralia 150 serbaz û polîsên dî dihinêrîte welatê cîran Timora Rojhilat di bizavekê da bo parastina tenahîyê piştî bizava kuştina serokê wî welatî.

Gehêştina gemîya deryayî ya Austuralî bi navê HMAS Perth bo bajarê Dili paytextê Timora Rojhilat nîşaneka dî ya bizavên Austuralî ye.

Destûdarên tengavîyê bo du rojan li seranserî welatî hatîye ragihandin û li dûv vê destûdarê polîsî dê desthilatê zêdetir hebin. Kombûnên giştî û hatin û çûna bişeva hatîne berbend kirin.

Wezîrê Derveyê Austuralî Stephen Smith konferanseka rojnamevanî digel Wezîrê Derveyê Timora Rojhilat li bajêrê Darwin girêda. Smith got ew zor aloz bûye bi bizava kuştina serokê Timora Rojhilat û daxwaz kir ku demê mana Neteweyên Yekgirtî li wî welatî bête dirêj kirin.

Wezîrê Derveyê Timora Rojhilat Zacarias de Costa got nûke rewşa bajarê Dili tena ye lê wî pêdana ku destûdarê welatê wî hêjta ne baş e û bo heye bête guhertin. De Costa got ew piştrast e ku kesên berpirsyar biramberî hêrîşa dijî serok Ramos Horta dêne girtin.

Bo demê du demjimêran li nexwoşxana Royal Darwin birînkarî bo serokî hate kirin bo derînana gullê li mêlaka wî û saçma li sîngê wî û çaverê tête kirin li vê heftîyê birînkarîyên dî bo wî bêne kirin.

Diktor dibêjin serok zor bi bexte ku di wê hêrîşê de nemirîye û dibêjin hêjta rewşa saxlemîya wî xirap e lê ew geşbînin ku rewşa wî başbit.

Ev bizava kuştinê derbeka mezin e bo Timora Rojhilat. Şeş salan piştî wergirtina serxwebûnê li Endonezyayê hêjta yek e ji hejartirîn welatên cîhanê.

Di referandumekê da li sala 1999ê hevwelatîyên Timora Rojhilat dengdabû serxwebûnê li desthilata Endonezî. Dengdane ku hêjta li bîr û hizra maye jiber dirindayetîya çekdara ku divîya wê prosê ragirin. Dîsa li sala 2006 destûdarê tenahîyê li wî welatî xirap bîbî û bîye eger ku aştîperezên Austuralî, New Zelandî, Malezî û Portugalî tenahîya welatî bi parêzin.

Bi dehan hezar kesa di demê şer û lêkdana da malên xwo hêlan û hêjta ditirsin vegerînev malên xwo.

Rêka berev bi serxwebûnê bo Timora Rojhilat bi êş û azar bî û şareza we pêşnîyaz dikin ku aştîparêzên bîyanî bo salên bihên her li wî welatî bimînin.

XS
SM
MD
LG