Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama û McCain di hilbijartinên Potomac de biserkeftin


Senatorê Demokrat Barack Obama û Senatorê Komarî John McCain li hilbijartinên berahîyê yên serokatîyê roja sêşembîyê li Washington DC, Maryland û wîlayeta Virginia serkeftin bi dest anîn.

Di demekê da ku piranîya dengan hatine hejmartin Obama li Virginia Senator Hillary Clinton şikest da bi dest anîna du qatên dengan û herwisa li paytextê welatî jî. Li Marylandê jî bi awayek berfireh li pêşîyê ye.

Bi serkeftina roja sêşembîyê tête çaverê kirin ku ew bikevîte pêşîya Senator Clinton ku bikêmî li berahîyê bû li hejmara nunerên pêdivî jibo bidest anîna berbijarîya partîya xwe.

Demê Obama jibo rojnamevanan li bajêrê Madison yê Wisconsin di axift îşaret da nîşanên hîvî û guhorînê û cewazîyêt navbera xwe digel McCain anîn ziman ku weku xuya dibîte berbijarê Komarîyan jibo posta serokatîyê.
XS
SM
MD
LG