Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran danûstandina li ser rewşa Iraqê paşêxist


Karbidestên Iraqê dibêjin Îranê danûstandinêt xwo digel karbidestêt Amerîkî li ser rewşa tenahîya Iraqê paşêxist.

Tehranê çi pêzanîn nedan sebaret biryara wê ya deynana rojeka nû bo danûstandina.

Ajansa dengûbahsa Associated Press dibêjît ji gotinêt peyivdarê balyozxana Amerîkî li Iraqê dibêjit we dîyar e Îran hêjta ne amade ye ku rûnit xwarê û danûstandina bikit.

Bawerî hebî ku danûstandin bêne kirin li Bexda roja heynîyê û da bide cara çarê ku karbidestêt Amerîkî û Îranî kom dibin û danûstandina dikin li ser rewşa tenahîya Iraqê.

Ev danûstandinêt henê hebîna pêywendîyêt eve 27 sale ya li navbera Amerîka û Îranê rawestayn û li dû danûstandinêt li berî nûke balyozê Amerîkî li Iraqê Royan Crocker û balyozê Îranê li Iraqê Hesen Kazimî Qumî beşdarî di wan danûstandina da dikirin.

XS
SM
MD
LG