Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kosovo serbixwe bûna xwe ji Sirbîya ragehand


Perlemanê Kosovo ragehand ku herêma Kosovo welatekê serbixwe û dîmokratî ye.

Ragehandina serbixwe bûnê ji Sirbîya roja yekşembî li Pristîna paytext ji layê perlemanî ve hat pejirandin.

Serok wezîr Haşim Tacî got ji evro pêve Kosovo serbilind, serbixwe û azade. Bi deyan hizar Elbanî yên zorîne li Kosovo hatine ser şeqamên nizîkî perlemanî demê birêz Tacî carnama serbixwe bûnê bo endamên perlemanî xand.

Serok Bush roja yekşembî got Amerîka digel hevalbendên xwe kar diket da bersingê çêbûna tondûtîjî li Kosovo bigirin.

Li Belgradê serok wezîrê Sirbîya Vojislav Kostunica got Kosovo “welatekê ne raste.”

XS
SM
MD
LG