Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzêt hikumeta Afganî bikêmîve 30 şerkerêt Talîban kuştine


Wezareta Berevanîya Afganistanî dibêjît hêzêt hikumetê bikêmîve 30 şerkerê Talîban kuştîne di çend kiryara de vê heftîyê bi piştevanîya firokan.

Karbidestan evro got ew kiryar roja çarşembî hatine kirin li parêzgeha Helmend li başûra Afganistanê ku milîtanêt Taliban li wê herêmê bi kiryar û bizavin.

Wezareta Berevanîyê got çi zîyan negehêştine hêzên hikumetê belê dîyar nebûye ka hêzêt hevalbenda pişikdarî di wan kiryaran da kiribû an ne.

Bi alîyekî dî ve Wezareta Berevanîya Brîtanî got bi peqîneke dijî desteyeka nobetdarîyê ya Brîtanî li Helmend yek serbaz hate kuştin û yek jî birîndar bû.

XS
SM
MD
LG