Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikumeta Iraqê daxwazî ji Turkîye dikit bi zûtirîn dem hêzên xwo ji bakûra Iraqê vekêşin


Hikumeta Iraqê daxwazî ji Turkîye dikit bi zûtirîn dem hêzên xwo ji bakûra Iraqê vekêşin li demê serbazên Turk bi şer tên ligel serhildayên Kurd.

Hikumeta Iraqê dibêjit kiryara Turkîye gefe li ser serwerîya Iraqê dikit. Iraq daxwazîya kombûn û danûstandina ji Turkîye dikit sebaret bi vê tengavîyê.

Balyozê Iraqê li Turkîye Sabah Cemîl Amuran duhî yekşembîyê gote Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Wezîrê Derveyê Iraqê banga balyozê Turkîye li Bexda kirî jibo danûstandinên li ser destûdarê Herêma Kurdan.

Turkîye roja pêncşembê dest bi hêrîşeka serekî li dijî serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê kirîye da hêrîşên wan yên dijî Turkîye rabigrin.

Her ji duhî yekşembê were leşkerê Turk got 112 serhilda ligel 15 serbazên Turk yêt hatîne kuştin.

Serhildayan zîyanêt xwo dîyar nekirîne belê dibêjin zîyanê leşkerê Turk pitirin ji wê jimara ewa ragihandîn.

XS
SM
MD
LG