Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Turkîye dibêjît wê di kiryara vê dawîyê de sercem 153 serhildayên Kurd kuştine


Leşkerê Turkîye radigihênît wê ji demê êrîşek asmanî û peyade heftîya borî li bakûrê Iraqê destpêkirî hetanî niha sercem 153 serhildayên Kurd kuştine.

Leşker da zanîn 41 serhilda dinav şer û pevçûnên roja duşembîyê da hatine kuştin û ew dîyar diket dinav wê êrîşê da 17 serbazêt Turk jî hatine kuştin.

Serhildayên Kurdên Partîya Karkerên Kurdistanê PKK dibêjin kuştîyên wan gelekî kêmtirin ji wî qasî. Lê ew hejmar ji çi alîyên serbixweve nehatine piştrast kirin.

Herwisa roja duşembîyê çendsed xwendevan li Hewlêra paytextê Kurdistana Iraqê dijberê êrîşa Turkîyê xwenîşandan kirin.

Yek ji rêkxerêt wê xwenîşandanê Namo Abdullah daxwaz ji Yekîtîya Ewropa kir ku sengîyê bikete ser Amerîka jibo ragirtina wê êrîşê alîkarîyê biket.

Xwenîşanderan gotin Amerîka rêk daye Turkîye ku bikevîte nav erdê Iraqê.

Roja duşembîyê Seraya Sipî ragihand ku ew hîvî diket çûna nav Iraqê kurt-muddet bit û tenê PKK bikete armanc.

XS
SM
MD
LG