Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama û Clinton li berin ku îşev gobûbêjek din ya televîzyonî li dar bêxin


Kandîdayên Partîya Demokrat jibo serokatîya Amerîka Senator Hillary Clinton û Senator Barack Obama liberin ku îro sêşembîyê bişev gotûbêjek din ya televîzyonî li Cleveland wîlayeta Ohio li dar bêxin.

Ev du rojin piştî dinav bizavên hilbijartinê da axaftinên wan li hemberî hevûdû tund bûne.

Alîyê Obama roja duşembîyê Clinton tometbar kirin bikaranîna taktîkên lekedar kirinê piştî ku roja duşembîyê wan wêneyek belav kirin Obama bi cil û bergên adetî û kelturî yên Efrîqa nîşan didet, demê li sala 2006ê bi seredan çûye Kenya.

Malpera ku ew wêne belav kirîye ragihandîye ku karbidestên bizava hilbijartinên Clinton ew belav kirine.

Rêveberê ofîsa bizavên hilbijartinê yên Obama got alîyê Clintonê têkelî êrîşeke cihê şerm û firotina tirsê bûne liber belav kirina wî wêneyî.

XS
SM
MD
LG